Hejmara şehîdên filistînî li Xezzeyê jorda çû
Wezaret Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da dawîn amarên şeîhd û birîndarên êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va heta îro ragihand.
Wezaret Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand: Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va rabû 39 hezar û 583 kesî.Li gorî vê daxûyanîyê hejmara birîndarên êrişên hanê jî rabû 91 hezar û 398 kesî.Di dewama daxûyanîya Wezaret Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê da hatîye: Artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 2 cinayet û komkujîyên din li Zîvala Xezzeyê pêk anîn.Di encama cinayetên artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da li Zîvala Xezzeyê, 33 kes hatin şehîdkirin û 118 kes jî hatine birîndarkirin.Wezaret Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê herwiha pêgirî kir ku meytê hinekji şehîd û birîndaran hela jî di bin kavilan û li kolanan maye û dagirker nahêlin komên hawargiheştin û rizgarkirinê xwe bigihînin wan.