Nîvê rûbera Xan Yûnisê hatîye valakirin Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 39 hezar kesan
Nîvê rûbera Xan Yûnisê hatîye valakirin Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 39 hezar kesan
Hevgavê berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser deverên curbicur ên Zîvala Xezzeyê, artêşa vê rejîmê fermanên nû ji bo valakirina rojhilata Xan Yûnisê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê da û hema çend xulekan piştî derxistina wan fermanan, çend caran êrişî vê herêmê kir.
Rejîma Sîyonîst bi dû derxistina fermana valakirina çend herêman, mal û konên awareyan li rojhilata Xan Yûnisê dan ber bombeyan.
Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha çend komkujî li Xan Yûnisê pêk anîn û li gorî gotina çavkanîyên pizişkî hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ên vê sibê rabû 37 kesî û ya birîndaran jî rabû 120 kesî.
Radyoya artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker jî ragihand ku piştî ku balafirên cengê rojhilata Xan yûnisê bi giranî dan ber bombeyan, tankên artêşê û hêzên bejayî yên sîyonîst êrişî vê herêmê kirin.
Hevgavê vê yekê Tevgera Hemasê ji civaka navdewletî û Rêxistina NY xwest ku ji bo sekinandina qirrkirina gelê Xezzeyê pêngaveke demlidest rakin. Hemasê ragihand: Dijmin ji bo koçberkirina gelê me û jinavbirina meseleya me ya netewî hewil dide. Xezze yê têk neçe û berxwedana xwe heta derxistina dagirkeran û ji bo azadî û kivşkirina çarenûsê bidomîne.
Ji hêla din va, Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê raghiand ku hejmara şehîdên şerê dijî Xezzeyê ku ji 7ê Cotmehê va dest p êbûye, rabû 39 hezar û 6 kesî û ya birîndaran jî rabû 89 hezar û 818 kesî.
UNICEF`ê jî ragihand ku hejmara zrokên ku ji 7ê Cotmehê va di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da şehîd bûne, sedî 250 zêde bûye.
Ji hêla din va, Artêşa Rejîma Sîyonîst jî mukur hat ku çend sîyonîstên desteserbûyî li Zîvala Xezzeyê hatin kuştin.
Li gorî rapora medyayên ibrî 47 sîyonîstên desteserbûyî ji 120 desteserbûyîyên li Xezzeyê mane, hatine kuştin.
Hizbullaha Libnanê jî ragihand ku bi xwofirrê êrişî binkeya artêşa Rejîma Sîyonîst a li bakura Filistîna Dagirbûyî kir.
Serkomîserê Ajansa Alîkarîghîandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY ango UNRWA`yê ragihand ku hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst duh danê êvarê karwanê NY ku ber bi şarê XEzzeyê va diçû, dan ber gulleyan.