Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 38 hezar û 919 kesî Bertekên himberî êrişa yemenîyan ser Tel Avîvê didomin
Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 38 hezar û 919 kesî Bertekên himberî êrişa yemenîyan ser Tel Avîvê didomin
Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 37 fiilstînîyên din şehîd kirin û bi vî awayî hejmara şehîdên şerê dijî gelê Zîvala Xezzeyê rabû 38 hezar û 919 kesî.
Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 37 fiilstînîyên din şehîd kirin û bi vî awayî hejmara şehîdên şerê dijî gelê Zîvala Xezzeyê rabû 38 hezar û 919 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand: Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di 24 saetên buuhrî da 4 cinayetên din dijî sivîlên filistînî pêk anîn û di encama wan da 37 filistînîyên din şehîd û 54 kes jî birîndar kirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên şerê dijî gelê Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va rabû 38 hezar û 919 kesî û ya birîndaran jî rabû 89 hezar û 622 kesî.
Herwiha hela zêde ji 10 hezar kesî li Zîvala Xezzeyê di bin kavilan da mane û bêseruşûn in.
Ji hêla din va, bertekên himberî êrişa hêzên yemenî ser Tel Avîvê didomin.
Rojnama Yediot Aharont`ê hûrgilîyên nû derbara êrişa hêzên yemenî ya bi xwofirrê ser Tel Avîvê aşkira kir ku di encamê da sîyonîstek hat kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Rojnama Yediot Aharont`ê nivîsî ku wê xwofirrê ji dûratîya nêzî 2 hezar kîlometrî va xwe gîhand û di dema firrînê da bi guhertina rê, şopandina wê ji hêla mertala tesbîtkirin û berevabnîyê ya artêşa Israyîlê va dijwar kir.
Di vî halî da Mihemed Bexîtî endamê polîtbîroya Ensarullaha Yemenê bal kişand ser êrişa bi xwofirrê ya ser Tel Avîvê û ragihand: Armanca operasyona me dijî Israyîlê`` sekinandina komkujîa li Xezzeyê`` ye. Wî herwiha got: Em ji bo her cure senaryoy û bersivdana hibmerî her cure êrişeke Rejîma Sîyonîst amade ne.