Tîrmeh 17, 2024 19:08 Asia/Tehran

Serokê Polîtbîroya tevgera Hemasê di hevdîtina Serokê Lêjneya gotûbêjê ya Libnan û Filistînê li Qeterê pêgirî kir: Hemas hez dike istiqrara Libnanê were parastin.

Ismayîl Henîye Serokê Polîtbîroya tevgera Hemasê di hevdîtina tev Basil Hesen Serokê Lêjneya gotûbêjê ya Libnan û Filistînê li Qeterê ji ber hewlên mezin ên Libnanê û hewlên wê lêjneyê di çarçova piştgirîya ji UNRWA`yê û xurtkirina rola wê di vê demê da destxweşî li wan kir.Ismayîl Henîye herwiah got: Nûçeyên derbara sekinandina muzakireyên pêkanîna agirbesê li Xezzeyê ji hêla Hemasê va ne rast in. Em hewlên ji bo lihevkirina derheq bidawîhanîna şêrr anegirî mercên xwe didomînin.Vê dawîyê hatibû gotin ku bi dû komkujîya li navçeya Mewasî ya Xan Yûnisê, Hemasê muzakireyên pêkanîna agirbesê li Xezzeyê sekinandîye, lê Hemasê ev yeka derew zanî.Henîye pesna Qeterê ji ber rola wê di muzakireyan de da û got: Em hêvîdar in ku zûka derheq agirbesêem lihev bikin, Ez derheq rewşa sîyasî û meydanî ya baş a Bereya Berxwedanê zef dilnîya me.

Serepeyv