Tîrmeh 17, 2024 07:34 Asia/Tehran
  • Ebû Hemze: Mayîna berxwedanê li meydanê bi bandor e/ Girtî ewlewiyeta me ne

Berdevkê Seraya el-Quds baskê leşkerî yê a tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqez kir ku tevî ku şer derbasî meha xwe ya dehemîn bûye, hebûna berxwedanê li meydana şer hîna bi bandor e.

Ebû Hemze,Berdevkê Leşkerî yê Tabûrên Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî derbarê wê yekê de got: Em hîna jî  ser soza xwe rawestane û ne giring e  ev şer çiqasî bidome,komplo û hîleyên dijmin li Refehê lawaz in û berûvajî teqemenî cihê şanaziyê bo pîşesaziya leşkerî cîhadî ye, dijmin sivîlan dike hedef da ku işkestên xwe yên li meydanê veşêre û em tekez dikin ku hebûna berxwedanê li meydanê li navçeyên curbicur bi bandor e.

Wî her wiha li bara cinayetên nemirovane yên Rejîma Siyonîst li dijî girtiyên filistînî got: Em radigihînin ku Rejîma dagîrker bi awayekî bêmînak, mafên girtiyên me di zindanan de binpê kiriye û îzakirina girtiyan nîşana hovîtî û zulma sîstematîk  a siyonîstan e. 

Girtiyên me ewlewiyeta berxwedanê ne û  ji ber zulma dijmin li ser wan, emê têkoşîna xwe jibo rizgarkirina wna berdewam bikin. 

Em tim tekezî li ser berdewamiya têkoşînê bi hemû rêbaz û amûrên heyî heta têkbirina rejîma dagirker dikin.

 

Serepeyv