Hezîran 26, 2024 19:53 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser vê zîvalê jorda çû.

Wezareta Tenduristîyê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyek êda ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî niştecihên Zîvala Xezzeyê kirin ku di encama wan da 60 welatîyên filistînî şehîd û 140 kes jî birîndar kirin.

Li gorî vê raporê, bi vî awayî hejmara şehîdên fiilstînî ji 7ê Cotmehê va heta nika rabû 37 hezar û 718 kesî. Di vê heyamê da 86 hezar û 377 filistînî jî di encama êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da birîndar bûne.

Di vê navberê da Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê di nûtirîn daxûyanîya xwe da hişyarî da ku başûra Zîvala Xezzeyê yê bi zûtirkê pêrgî xelayê bibe, xelaya ku heta nika li bakura vê navçeyê neqewimîye.

Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê di daxûyanîya xwe da pêgirî kir: Heke em bi rastî dixwazin ku qeyranê çareser bikin û rê li ber xelayê bigirin, pêwîst e pirsgirêkên bingehîn ên Zîvala Xezzeyê bên çareserkirin û êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst bên sekinandin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Pêwîstî bi dabînkirina zêdetir a xwarekên nû, pirrcûrkirina xwarekan, ava saxlem û xizmetguzarîyên têkildarî ava gemar ango rêjavê, imkan û lêşarbûnên tenduristîyê û jinûve-avakirina nexweşxane û kilînîkan li Zîvala Xezzeyê heye. 

Ji hêla din va, tevgera Hemasê di daxûyanîyek êda ragihand ku bi dehan êxsîrên filistînî ji ber işkenceya bi destê Rejîma Sîyonîst di girtîgehan da şehîd bûne û xwest ku rayedarên Rejîma Sîyonîst ji ber van cinayetana bên mehkemekirin.

Hemasê di vê daxûyanîyê da ragihand: Heta nika 60 êxsîrên filistînî yên di girtîgehên Rejîma Sîyonîst di encama işkencê da canê xwe ji dest dane ku 40 kes ji wana di dema şerê l iXezzeyê da ji hêla sîyonîstan va hatibûn revandin. 

Hemasê herwiha ragihand: Em dixwazin serokên rejîma dagirker ji ber cinayeta işkencekirina êxsîrên filistînî werin mehkemekirin û pêşîya revîna wan ji cezayan were girtin. 

 

Serepeyv