Zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê bo 37 hezar û 626 kesan / Siyonîstan di dereqa şer de 50 hezar bombe bikar anîne
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê îro ragihand ku di 24 sietên borî de 94 filistînî di encama cinayetên artêşa Siyonîst li zîvala Xezeyê de şehîd û birîndar bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Xezeyê di 262 -mîn roja şer de hatiye: Di 24 sietên borî de nexweşxane û navendên pizîşkî li zîvala Xezeyê 28 şehîd û 66 birîndar wergirtine. Ji destpêka êrişên ser zîvala Xezeyê hetanî niha 37 hezar û 626 filistînî şehîd bûne û 86 hezar û 980 filistînî jî birîndar bûne. Ji ber dewama êrişan, termê hejmarek ji şehîdan tim di bin kelefayena de mane û saziyê aîkariyê nikarin wan peyda bikin û veguhezînin navendên tedrustiyê.
di vê çarçoveyê de radyoya artêşa REjîam Siyonîst li xwe mikur hat ku dagirker ji destpêka şêr hetanî niha 50 hezar bombner ber bi zîvala xezeyê ve avêtine. Hevgav Navenda mafên mirovan a Ewrûpa, Medîtranê îro di daxûyaniyekê de ragihand: Rejîam îsraîlê xerakirina erdên cotkariyê û selika xwarinê wek çekê cengê û birçî hiştina xelkê zîvala Xezeyê bi kar tîne.
Ji aliyê din ve, Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY ragehand ku piştî şerê rejîma Siyonîst dijî Xezeyê, sedî 80 yê xelkê vê anvçeyê va vexwarinê tine ne û zêdetirî 50 hezar zarok jî ji ber kêmasiya xwarinê hewcetî bi dermankirinê hene.
Sekreterê giştî yê NY heftiay buhurî jî bal kişand ser vê yekê ku lezgînî û asta komkujiyê li Xezeyê seratir ji tiştekê ye ku di van salên xebata xwe de min dîtiye û got: Di encama êrişa Îsraîlê de herîkêm 1.7 milyon kes yanê sedî 75 gelheya Xezeyê aware bûne.
Berdevkê Sindûqa piştgiriya ji zarokan a NY jî bal kişand ser vê yekê ku rojê 100 zarokên filistînî li zîvala Xezeyê tên şehîdkirin an birîndar dibin û got: Ger şer neyê rawestandin rewş dê hîan xirabtir jî bîne. Cêyms Aldêr berdevkê Unicefê got: Ger şerê Îsraîlê li Xezeyê neyê seknadin û alîkarî derbasî vê navçeyê nebin xelkê sivîl bi taybetî zarok li zîvala Xezeyê dê arstî dûhatên diltzîn bibin.