Hamas: Em hebûna dagirkeran li Xezeyê qebûl nakin
Endamekî Polîtboroya tevgera Hamasê got: Rejîma Siyonîst neçar e agirbesa li zîvala Xezeyê qebûl bike û ji wir vekişe.
Sohêyl Elhindî di hevpeyvînekê de got: Bêyî agirbes û vekişîna leşkerên rejîma dagîrker a Îsraîlê ji Zîvala Xezeyê tu rêketin an muzakireyek bi dijmin re çênabe.Wî bal kişand ser wê yekê ku rêjîma dagîrker a Israîlê li wêneyekî ne rast digere ji bo ku Berxwedana Filistînê işkestxwarî nîşan bide û got:Ev wênesazî bêbingeh e, ji ber ku ew wêne û vîdyo, dîmenên mêrxasiya têkoşerên berxwedanê û hêza wan di berdewamiya şer de piştî derbasbûna 8 mehan nîşan dide.El-Hindî got: Berxwedan û tabûrên Şehîd Îzeddîn El-Qessam bi operasyonên xwe nîşanî dijmin dan ku planên wan ên jibo parçekirina Zîvala Xezeyê bi ser neketine û me alaya sipî wek nîşana teslîmbûnê bilind nekir û û dijmin bi vê yekê dizane