Xerakirina sedî 70 ji hemû binesaziyên Xezeyê
Hezîran 20, 2024 17:49 Asia/Tehran
Şaredarê Refehê got ku artêşa Rejîma Siyonîst zêdetirî sedî 70 yê binesaziyên vî bajarî û navendên sivîl ên vî bajarî di encama cinayetên xwe yên berdewam ji nav biriye.
Ehmed Sofî teqez kir: Armanca artêşa dagirker ew e ku derbasgeha Refehê wêran bike û Zîvala Xezeyê vala bike. Wî her wiha got: Encama vê kiryarê ji ber derbasnebûna alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezeyê xelaya hêdî hêdî ye.
El-Sofî eşkere kir: Dagirker bi awayekî rêkxistî li dû wêrankirina Refehê û kampên wê ne, ku ya herî dawî êrişa ser navçeya Siûdî û wêrankirina hemû mal û xanîberên vê navçê ye.