Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 37 hezar û 372 kesî
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 37 hezar û 372 kesan.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne. Di encama van êrişan da 25 kes şehîd bûne û 80 kes jî birîndar bûne. Wezareta tendirustiyê ya Xezzê pêgîrî kir ku hinek şehîd û qurbanî hîna jî di bin kelefeyan û kolanan da ne û dagirkir nahêlin ku alîkarî bigihîjin wan.Hevgavê viya Tabûrên Şuheda El Eqsayê ragihandin: Şervanên me navenda kombûna Siyonîstan li Ebû Metîbeqê dane ber hawana 120`î. Şervanên van tabûran herwiha navenda kombûna leşkerên dijminê Siyonîst li navçeya Til el Siltanê li bajarê Refehê dan ber hawanan.Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejamra şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 37 hezar û 372 kesî.