Hezîran 17, 2024 19:48 Asia/Tehran

Çavkanîyên ibrî ragihandin ku Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst hilweşandina kabîna cengê ya vê rejîmê ragihandîye.

Gêreyên sîyasî û nakokîyên di navbera rayedarên Rejîma Sîyonîst û kabîna cengê ya vê rejîmê da her ku diçin zêdetir û berfiretir dibin, bi awayekî ku televîzyona Rejîma Sîyonîst ragihand ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê vê rejîmê ji wezîrên kabînê ra ragihandîye ku kabîna şêrr hilweşandîye.

Medyayên ibrî ragihandin ku ev yeka piştî wê qewimî ku Îtmar Bin Gîvir Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst ku merivekî tundra ye, xwest tevli kabîna cengê ya vê rejîmê bibe.

Çend rojan berî nika Benî Gants endamê berê yê kabîna cengê ya Rejîma Sîyonîst wêdaçûna xwe ji vê kabîneyê ragihand. Gants gotibû: Ez ji Netanyahu dixwazim ku zûtirkê lidarxistina hilbijartina pêşwext qebûl bike û lêjneyeke lêkolînan a seranserî pêk bîne.