Cîhada Îslamî: Pêşniyara Amerîkayê ya derbarê agirbesê nezelal e
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê diyar kir ku şandek ji bo Dûhaya Qeterê hat şandin û eşkere kir ku pêşniyara Amerîkayê ya derbarê agirbesê nezelal e û em daxza helwesteke zelal û eşkere dikin.
El-Hêndî bal kişand ser vê yekê ku Amerîka di armanca giştî ya Rejîma Siyonîst di şerê dijî zîvala Xezeyê de yanê jinavbirina berxwedanê de şirîk û hevdest e û piştî 8 mehan ji êrişên hovane, dijmin tu yek yek ji armancên we bi dest enxistiye.
Wî her wiha derbarê sefera şandeke vê tevgerê bo Dûhayê ji bo berdewamkirina hewlên ji bo gihîştina lihevkirina agirbesê li Xezeyê agahî da.
El-Hindî bal kişand ser wê yekê ku Misir û Qeter ti zextekê naynin ser berxwedanê û helwesta berxwedanê diyar û eşkere ye, ku tê de rawestandina tam û rastîn a êrişên Îsraîlê, jinûveavakirina zîvala Xezeyê û Pevguhertina girtîyên filistînî û girtîyên Îsraîlî ye. Wî destnîşan kir ku hîn zû ye ku em li ser xitimîan muzakereyên agirbesê biaxivin û eşkere kir ku metirsiya Rejîma Siyonîst hemî filistîniyan tehdîd dike, rejîma ku êrişî ser Rexê Rojava û zîvala Xezeyê dike .
El -Hêndî got : Gelê azadîxwza û berxwedêr ê Filistînê ji ber azadiya xwe şêr dike û azadîxwzaên cîhanê li pişta wê ne, helbet artêşa Îsraîlê li bereyên curbicur ên zîvala Xezeyê berdewam işkestê dixwe, siyonîst dê tu carî ser nekevin heta heke êriş û destdirêjiyên xwe berdewam bikin.