Banga komên Filistînî ji bo întîfazeya berfireh ji bo piştgiriya ji gelê Xeze û Refehê
Komên Filistînî bang li xelkê rexê Rojava, Quds û herêmên dagirkirî kirin ku ji bo piştgiriya ji zîvala Xezeyê û rizgarkirina bajarê Refehê întîfazeyeke berfireh bidin destpêkirin.
Komîteya şopandinê ya partiyên neteweyî û îslamî ku piraniya komên berxwedêr ên Filistînê digre ber xwe di daxuyaniyekê de ragihand: Rejîma dagîrker a Israîlê bi razîbûna hevpeyman û alîgirên xwe, dest bi cîbicîkirina plana êrişa ser Refehê kir.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: Rejîma dagîrker deriyên sînorî girtine û alîkariyên mirovî ji bo xelkê Zîvala Xezeyê qut kirine û hemû deverên ku sitargeh in kirine armanc û ji ber vê sedemê gelê me li zîvala Xezeyê rastî karesata herî ezin û jînosaydê hatine.
Komên filistînî herwiha ser piştgiriya xwe ji berxwedana filistînîyan sekinîn û ji wan xwestin ku ji bo rûbirûbûna hêzên Rejîma dagirker û berevaniya ji gelê Filistînê her karekî bikin.
Ev kom her wiha Rejîma Siyonîst û hikûmeta Emerîkayê berpirsê tam akaresata mirovî ya li Refehê dizanin û ji welatên erebî û îslamî û saziyên navneteweyî xwestine ku deriyên sînorî û bi taybet deriyê Refehê vekin û li gorî bernameyên berê alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê bikin û ji Ereb, Misilman û gelên azadîxwza ên cîhanê xwestin ku li hemû paytext, bajar, meydan û zanîngehan li dijî jînosayd û karesata mirovî li Refehê meş, xwepêşandan û girêvê li dar bixin.