Bombebarana giran a Zîvala Xezeyê û şehîdbûna bi dehan kesên din
Balafirên cengê yên Îsraîlê vê sibê malên xelkê li navçeyên navendî yên Zîvala Xezeyê bi tundî bombebaran kirin.
Malên xelkê li Dêr El-Beleh û kampa El Mexazî ketin ber êrişên dagirkeran ku di encamê de herî kêm 26 kes şehîd bûn û bi dehan welatiyên filistînî jî birîndar bûn.
Leşkerên Rejîma Siyonîst êrişî bajarê Beyt Fûrîkê li rojhilatê Nablosê, devera El-Mercê li bajarê Qelqîliyê, gundê Erebûnê li bakurê rojhilatê Cenînê û li Rexê Rojava kirin.
Hevgavê berdewamiya bomebaranên navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê, hêzên Rejîma Siyonîst êrişî bajarokê Beyt Fûrîkê li rojhilatê Nablosê, navçeya El-Mercê li bajarê Qelqîliyê, gundê Erebunê li bakur rojhilatê Cênînê û gundê El-Tewanê li başûrê El-Xelîlê li rexê rojava kirin.
Balafirên Rejîma Siyonîst her wiha serê sibehê hinek navçeyên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Ser vê esasê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di encama êrişên berdewam ên Rêjîma Siyonîst ser Xezeyê ji 7ê Cotmeha buhurî ve heta niha 29 hezar û 514 şehîd û 69 hezar û 616 kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî di bin kavilan dewenda bûne.