Êrişa Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi mûşekan ser meqera leşkerên amerîkî li Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê derbarê êrişa mûşekî ya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ser meqera leşkerî ya Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê agahî dan.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wek berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê, baregeha dagirkeriya Amerîkayê li meydana gazê Konîkoyê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê dan ber mûşekan. Agahiyên zêdetir li ser ziyanên muhtemel ên vê êrişê nehatine ragihandin.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê jî li dewama êrişên xwe yên dijî Rêjîma Siyonîst a dagirker û baregehên Emerîkayê li navçê, ji bo hevgirtina gelê Xezeyê, hevxemiya bi gelê Yemenê û şermezarkirina êrişên Emerîka-Brîtanya ser Yemenê. Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku du dever li Filistîna dagîrkirî hatine armanckirin ku yekem ji wan bendera Um El-Raş li Eylatê ye ku li gorî daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê wek armancek girîng tê naskirin û armanca duyemîn jî li Hedîqeya çemê Urdinê li Filistîna dagirbûyî bû ku li wir baregeheke leşkerî ya Siyonîstî heye ku bi çekên guncav ket ber êrişan.