Êrişa bi rêkêtan ser baregeha leşkerî ya siyonîstan ji axa Lubnanê va
Çavkaniyeke nûçeyan derbarê êrişa bi mûşekan a ji axa Libnanê ve ser baregeha leşkerî ya siyonîstan agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyekî siyonîstî ragihand ku rokêtek ji başûrê Lubnanê va ber bi navendeke leşkerî ya artêşa siyonîst li sînorên Filistîna dagirbûyî hat avêtin.
Çend sietan berî niha jî şebekeya Kan ya siyonîstan ragehand ku, ji tirsa bûyerên ewlehiyê, daxwaz ji bajaroknişînên siyonîst hatiye kirin ku demlidest derbasî nava penagehên devera El-Menareyê bibin.
Li gorî vê raporê, ji destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê ve, bi caran li sînorên Lubnanê û navçeyên dagîrbûyî, gulle hatine avêtin û Hizbullaha Lubnanê bi caran ragihandiye ku baregehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst kirine armanc.Di halekî de ku operasyona bahoza El-Eqsayê derbasî 21-emîn roja xwe bûye û serketinên bêhempa yên berxwedêran di şerê dijî siyonîstan de berdewam in, medyaya siyonîstî îdia kir ku rayedarên vê rejîmê li ser şert û mercên Hemasê ji bo azadkirina girtiyên siyonîstan parêzgehên Siyonîstan gotûbêjê dikin.Li gor ragihandina Tabûrên El-Qessam, di encama êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîstî ser Xezzeyê de, nêzîkî 50 hêsîr hatine kuştin.