Cotmeh 09, 2023 08:28 Asia/Tehran
  • Berdewamiya êrişên esmanî yên Rejîma Siyonîst ser deverên xelknişîn ên Gazayê/ 11 filistînî şehîd bûn

Çavkaniyên nûçeyan sibaroja Duşemê ragihandin ku 11 filistînî di encama êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê li ser maleke li başûrê Gazayê şehîd bûne.

 

Firokeyên Îsraîlê  di berdewamiya êrîşên xwe yên  ser deverên cuda yên zîvala Gazayê de, mizgeft û zanîngehek jî kirin armanc.

Êrişên hewayî û topxaneyî ên Rejîma Siyonîst li başûr, navend û rojhilatê Gezeyê berdewam in.

Ji aliyê din ve çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişên dubare yên  mûşekî yên berxwedana Filistînê ji Gezeyê ber bi siyonîstên nitîfutê û navenda Negevê agahî dan.

Pêştir jî hêzên berxwedanê bi sedan mûşekan, Tel Avîv û Eşkelon kiribûn armanc.

Berxwedêrên Felestînê ji sibeha roja Şemiyê ve operasiyona xwe ya giştalî  bi navê Bahoza El-Eqsayê ji Xezeyê (li başûr) li dijî pêgehên Rêjîma Siyonîst li navçên dagirbûyî dest pê kirine. Operasyona ku di dîroka 75 salî ya  dagirkerên talanker de  neqewimîbû û syonîst şok kirin.

 

Serepeyv