Îlon 22, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî û Hamas: Cinayetên dagirkeran dê berxwedanê nerawestîne

Tevgera Cîhada Îslamî û Hamasê wek berteka li himber şehîdbûna xortekî filistînî bi destê eskerên siyonîst li Cenînê, tekez kirin ku ev cinayet dê pêşiya berxwedanê negre û wan lawaz neke.


Îro piştî şehadeta Ebdullah Îmad Ebû Hesen, ciwanê filistînî ji aliyê leşkerên Rêjîma Siyonîst li bajarê Kefr Dana bajarê Cenînê,Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir: Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê me û destdirêjiya li ser nirxên me ên pîroz dê agirê berxwedanê netemirîne.

Cîhada Îslamî di vê daxûyaniyê de teqez kir : Ev xwîna paqij, êzingeke bo hêrsbûn û tolhildana ji siyonîstan heta dema  azadî û rizgariyê.

Tevgera Hamasê di daxuyaniyekê de bo boneya şehadeta ciwanê Filistînî Ebdullah Îmad Ebû Hesen sersaxî xwest û diyar kir ku  dê xwîna şehîdan xisar nebe û her çiqas  ku zulma dagirkeran zêde bibe, dê berxwedan jî zêdetir û berdewam bibe.

Di berdewamiya daxûyaniya Hemasê de hatiye: Gelê Filistînê heta ku mafên xwe tam bidest nexin dê paşde neçin û  heta dema ku rejîma dagîrker ji ax û cihên pîroz ên xwe dernexin dê aram nebin.

 

منبع خبر

Serepeyv