Pêşnumaya nû ya Rejîma Siyonîst dijî hêsîrên filistînî
Wezîrê tundrê yê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst, pêşnumyeke nû raber kir û daxwaza îbtalkirina azadiya zûwext a hêsrên filistînî kir.
Îtamar Bin Gwîr, roja yekşemiyê pêşnumayek bo guhertina qanûna desteserkirinê li dayireyan li Kênstê xist rojevê ku li gor wê, qanûnên berê bo azadiya zûwext a hêsrên filistînî dê werin îbtalkirin.
Kêmkirina ava ku hêsîr bi kar tînin û kêmikrina dema himamkirina wan, dayîna nanê kartû bo xwarina wan û bikaranîna seyên polîs bo lêgeriya li sûlûlên wan ji wan karan in ku Bin Gwîr daxwaza cihanîna wan dijî hêsîrên filistînî kir.
Du beramberkirina hejmara silûlên takekesî, rakirina televîzyonê ji hinek zindanan, bisînorkirina îmkana meşiyana hêsîran û gefa rakirina îmkanatên giştî di rojên înî û şemyê ji van kiryarên Bin Gwîr in.
Her wha girtina pêşiya raberkirina xizmetguzariyên dermanî bo hêsîrên filistînî û dayîna hikmê îdamê bo têkoşerên çekdar ji van pêşnumayan in ku Bin Gwîr di dereqa çend mehên derbasbûyî de hewil daye ku wan li kabîneya Rejîma Siyonîst bide pejirandin.
Hevgav navenda Hêsrên Filistînî ragihand ku îbtalkirina azadiya zûwext ji aliyê Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst beşek ji cinayetên berdewam derheq hêsîran e.
Navena Hêsîrên Filistînî wek berteka li himber îbtalkirina azadiya zûwext a hêsrên filistînî bi dayîna daxûyaniyekê ew wek wezîrekî faşîst bi nav kir.
Di daxûyaniya Navenda Hêsran de hatiye: Ji dema bidesthilatbûna vî wezîrê faşîst li posta wezaretê , hêsrên filistînî li zindanên Rejîma Siyonîst di bin gelek zext û zoran de bûne.
Serokê Ofîsa Siyasî ya HAMASê jî daxwaza azadkirina zindaniyên siyasî ji zindanên Teşkîlata xweîdarekir Filistînê û wêdedanîna pirsgirêkên di navbera filistîniyan kir.
Îsmaîl Heniye, roja yeşemiyê di civîna Sekreterên Giştî yên Komên filistînî de got: Rejîma dagirker niha vê gavê ji qelişta navxweyî ya bêmînak, peywndiyên aloz ên navneteweyî, lawzaiya di warê têkbirina viyana gelê Filistînê û her wiha zêdebûna berxwedanê aciz bûye.