Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê: Dijminê Siyonîst bi tenê zimanê mûşek û tifingê fehm dike
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst bi tenê zimanê mûşek û tifingê fehm dike û teqez kir ku ev rejîma di qonaxa têkçûyînê de ye.
Şêx ‘Neîm Qasim’, roja Yekşemiyê di merasimekê de bi mijara Filistînê li başûrê Libnanê diyar kir: Herkesê ku alûgurên navçeyê dişopîne, dibîne ku her tişt berovajiya plana mustekbiran bo teslîmbûnê û rizgarkirina Filistînê ye û em îro rojê azadkirina Filistînê û vegerandina wê bo xwediyên wê yên sereke pêşberî xwe dibînin.
‘Neîm Qasim’ teqez kir bingeh û esasa qeyranan, kêşe û fitneyên navçeya me, Rejîma Siyonîst e ku bingeha hemî pirsgirêkên aborî, siyasî û çandî vedigere wê.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê destnîşan kir, em di qonaxa têkçûna Rejîma Dagirker de ne û em di qonaxekê de ne ku tê de dijberiya xwest û viyanan heye, Xwest û viyana îstikbara emerkî-ewropî ku Rejîma Siyonîst pêk aniye û viyana gelê Filistînê û Bereya Berxwedanê.