Lêjneyên filistînî: Roja Qudsê bera ummeta islamê da meseleya Filistînê
Berdevkê Lêjneyên Berxwedêr ên Filistînê got: Hezretê Imam Xumeynî (RE) bi ragihandina Roja Cîhanî ya Qudsê, bera cîhana islamê da meseleya Filistînê û roja îro me di serdema serketina berxwedanê û hilweşîna Rejîma sîyonîst da ne.
Berdevkê Lêjneyên Berxwedêr ên Filistînê Mihemed Berîm îro di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a IRNA’yê da herwiha got: Destnîşankirina dawîn înîya meha bibmarek a Remezanê ji hêla Hezretê Imam Xumeynî (RE) wek Roja Cîhanî ya Qudsê, girîngatî û qîmeta Filistînê û Qudsê di nav ummeta islamê da sax kir.
Wî herwiha got: Imam Xumeynî (RE) bi vê navlêkirinê, hemî misilman ji bo ku piştgirîyê bidin Qudsê û Mizgefta Eqsayê, kirin yek û bi xêra vê pêngavê, Filistîn veguherî mijara sereke ya hemî hêz û gelên misilman.
Înîya bê yanî 14ê Nîsanê Roja Cîhaîn ya Qudsê ye.
Ji hêla din va, Serokê Dewrê yê Yekitîya Meclisên Welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Islamî xwest ku Konseya Mafên Merivan û civîneke awarte li dar bixe û Dadgeha Navnetewî ya Cezayê jî bi merema bersivdayîna rejîma Israyîlê derheq kiryarên dijî gelê Filistînê bi awayekî lezgîn bikeve dewrê.
Di encama êrişa leşkerên sîyonîst ser nimêjker û duakerên di hundurê Mizgevta Qeblî da li hewşa Mizgefta Eqsayê ku bi merema derxistina wan pêk hat, Çarşema hefteya buhurî zêde ji 200 nimêjkerên filistînî birîndar bûn û 400 kes jî hatin desteserkirin.
Serokê Dewrê yê Yekitîya Melisên Welatên Rêxistina Hevkarîya Islamî Ibrahîm Galî ji Dadgeha Navnetewî ya cinayetan xwest ku derheq cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himberî gelê Filistînê pêngaveke lezgîn rake.
Ji hêla din va, leşkerên sîyonîst dîsan êrişî deverên curbicur ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê nemaze herêma Cinînê kirin. Li gorî agahîyan leşkerên sîyonîst di encama vê êrişê da hejmarek ciwan li herêma Cinînê desteser kirin.