Li cihê şehîdbûna sê şehîdên filistînî li Nablusê gul hatin danîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i340063-li_cihê_şehîdbûna_sê_şehîdên_filistînî_li_nablusê_gul_hatin_danîn
Filistîniyan li cihê şehîdbûna sê têkoşerên filistînî ku li Nablusê şehîd bûbûn, gul danîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2023 11:39 Asia/Tehran
  • Li cihê şehîdbûna sê şehîdên filistînî li Nablusê gul hatin danîn

Filistîniyan li cihê şehîdbûna sê têkoşerên filistînî ku li Nablusê şehîd bûbûn, gul danîn.

Li gorî rapora Malpera Shahab News’ê, Vê sibê (Yekşemî) sê têkoşerên filistînî yên cewan bi navê “Cîhad Muhemed Şamî”, “Udey Osman Şamî” û “Muhemed Debîk” di pevçûna bi çekê digel leşkerên siyonîst da şehîd bûn.

Ji aliyê din va, komên filistînî yên cûr bi cûr ji wan Tevgera Hamas’ê, “Cîhada Îslamî”, “Bereya Demokratîk ji bo Rizgarkirina Filistînê” “Tevgera Mucahidên Filistînê” û “Komîteyên Berxwedana Filistînê” bi dayîna daxuyaniyên cuda, tevî pîrozkirin û sersaxiyê ji ber şehîdbûna sê têkoşerên filistînî li Nablusê, tekezî li ser domandina rêya şehîdan heta derxistina dagirkeran li welatê Filistînê kirin.