Polîsekî filistînî li bakurê El-Xelîlê şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i339745-polîsekî_filistînî_li_bakurê_el_xelîlê_şehîd_bû
Polîsekî filistînî bi gulleya leşkerên dairker li bakurê El-Xelîl li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2023 12:08 Asia/Tehran
  • Polîsekî filistînî li bakurê El-Xelîlê şehîd bû

Polîsekî filistînî bi gulleya leşkerên dairker li bakurê El-Xelîl li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bû.

Li gorî rapora Televîzyona El-Meyadînê ya roja Pêncşemiyê, Polîsekî filistînî li Kampa El-Erûbê ya bakurê El-Xelîl li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd bû.

Di vî halî da Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand: “Muhemed Nebîl Fewzî Ebû Salih” xortê filistînî yê 30 salî ku du hefte berê ji ber êrîşa leşkerên Rejîma Siyonîst li ser Kampa Cênînê zikê wî bi giranî birîndar bûbû, roja Pêncşemiyê şehîd bû.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka sala 2023an va heta niha derdora 40 filsitînî ji aliyê leşkerên îsraîlî va şehîd bûne.