Çînê bertek nîşanî axaftinên Trump derbarê alîkarîya Piken û Moskoyê bo Îranê da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê wek berteka hemberî axaftinên Trump derbarê alîkarîya Çîn û Rûsyayê bo Îranê tekez kir: Piken hewildanên xwe yên avaker ji bo damezirandina aşitî û aramîyê li Rojhilata Navîn didomîne.
Donald Trump roja Duşemiyê, wek berteka li hember texmînên derbarê alîkarîya Piken û Moskoyê bo Tehranê, di peyamekê da ragihandibû ku ew bawer nake ku Çîn û Rûsya alîkarîyê bidin Îranê û gotibû ku kiryareke bi vî rengî dikare ji bo van her du welatan bi têçû be.
Mao Nîng berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê, wek berteka li hember van gotinên Donald Trump, got: Çînê gelek caran helwêsta xwe di vî warî da bi zelalî diyar kiriye.
Vî dîplomatê çînî got: Piken bi rêya hevkarîya bi welatên têkildar û civaka navdewletî ra, hema wisa hewildanên xwe yên avaker ji bo vejiyandina aşitî, aramî û pêşketinê li Rojhilata Navîn didomîne.