Îlona îsal duyemîn Îlona herî germ a dîroka cîhanê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360846-Îlona_îsal_duyemîn_Îlona_herî_germ_a_dîroka_cîhanê_bû
Li gorî daneyên herî nû yên Xizmeta Guherînên Keşûhewayê ya Kopernîka Yekitîya Ewropayê, Îlona sala 2026an duyemîn Îlona herî germ a tomarkirî di dîroka cîhanê da bûye.
(last modified 2026-10-12T14:34:29+00:00 )
Çirî 12, 2026 18:03 Asia/Tehran
  • Îlona îsal duyemîn Îlona herî germ a dîroka cîhanê bû

Li gorî daneyên herî nû yên Xizmeta Guherînên Keşûhewayê ya Kopernîka Yekitîya Ewropayê, Îlona sala 2026an duyemîn Îlona herî germ a tomarkirî di dîroka cîhanê da bûye.

Rêvebirê Xizmeta Kopernîkê hişyarî daye ku bi xurtbûna diyardeya El-Nînoyê, îhtimala berdewamîya pileyên germayê yên bilind di mehên bê da heye. Hevdem, hin beşên Ewropayê bi hişkesalî û kêmbûna asta ava çeman ra rûbirû bûne û rûbera qeşaya deryayî li Cemsera Başûr jî gihîştiye yek ji nizimtirîn astên tomarkirî. Van daneyan careke din zengila xeterê ya gurrbûna germiya cîhanî û dûhatên wê lê xistin.