Desteserkirina 100 kesên dijberê Netanyahu li navenda Menhetenê
Polîsê New Yorkê ragihand ku di dema kombûna diberên seredana Benyamîn Netanyahu ya New Yorkê u beşdarbûna wî di civîna Civata Giştî ya NY da, 100 kes hatin desteserkirin.
Hevgavê axavtina Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst li Civata Giştî ya NY, komên dijesîyonîst li navenda Menhetenê xwenîşandaneke berfire dijî Netanyahu li dar xistin u cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezze u rexê rojavaya çemê Urdinê şermezar kirin.
Stêfanî Foks Rêvebirê Kargêr ê Koma Pêşketî ya Dengê Cihûyan Ji Bo Aştîyê got: Em li vir kom bûne, bilî neyartîya himberî Netanyahu, ji piştgirên Rejîma Sîyonîst ra bêjin ku teyarkirina Rejîma Sîyonîst a bi çekan u qirrkirina li Xezzeyê rawestînin. Wî herwiha got: Hikma desteserkirina Netanyahu ji hêla Dadgeha Navdewletî ya Cezayê va di sala 2014ê bi tawana cinyetên cengê hatîye derxsitin û ew divê bê girtin. Xwenîşanderan herwiha ragihandin ku Netanyahu tu nikarî xwe veşêrî, em te bi jînosaydê tawanbar dikin u dê te bigirin.