Venezuela ji ti zilhêzekê fermanê wernagire
Çile 28, 2026 18:14 Asia/Tehran
Cîgira Serokomarê Venezuelayê careka din her cure sepandineke bîyanîyan têkildarî siberoja vî welatî ret kir u pêgirî kir ku gelê Venezuelayê ti fermanekê ji bîyanîyan wernagire û temsîla dewleta xwe dike.
Dêlsî Rodrîgêz gotinên vê dawîyê yên rayedarên aborî yên Qesra Sipî bêçine u bêrêzî bi na kir u pêkutî ser mafê serwerîya netewî ya Venezuelayê kir. Rodrîgezê herwiha got: Me dewletek heye ku tenê gotina gelê xwe dike.
Cîgira Madoro herwiha got: Peywendîyên tev Amerîkayê divê li gorî mafên navdewletî, rêzgirtina li rûmeta merivî û dîroka Venezuelayê bin. Şayanî gotinê ye ku Nîkolas Madoro Serokomarê qanûnî yê Venezuelayê di 3yê Çillê dadigel hevsera xwe di encama destdirêjîya hêzên amerîkî ser Karakasê da hatin revandin.