Çile 26, 2026 17:59 Asia/Tehran

Kolanên bajarên cûrbicûr ên Amerîkayê bûne qada xwenîşandanên berfireh ên dijî kuştina neraziyan ji hêla Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya hikûmeta Donald Trump ve.

Xelkê Mînyapolîsê wek berteka li himber siaysetên Donald Trump li dijî koçberan ji bilî lidarxistina xwenîşandanên berfireh, dest bi tedbîrên parastinê ji bo dabînkirina ewlehî û debara koçberan kirine.

Xelkê Minyapolîsê bi danîna çavdêran ji bo hişyariya bo cîranan, derbarê hebûna efserên Dayira Koçberî û organîzekirina radestkirina xwarinê ji malbatên koçber ên ku ji tirsa girtinê di malên xwe de asê mane re,  hewil didin xwe li himber siyasetên hikûmeta Trump biparzêin.

 Xwenîşandana li dijî tundûtûjiya polîsên koçberiyê yên Amerîkayê pekîye bajar û  eyaletên din ên Amerîkayê jî û medyayê li ser xwenîşandanên li Las Vegasê agahî dane. Bi sedan kes li bajarên cûrbicûr ên eyaleta Nêbraskayê bona protestokirina kiryarên efserên koçberiyê kom bûn û xwenîşandan li dar xistin.  Ji Şeva Sersalê vir ve, Kîs Portêr  ji Losancilêsê , Rênî God û Aleks Prêtî ji Minyapolîsê bûne qurbaniyên êrişên tund ên polîsên koçberiyê yên Amerîkayê.

Waliyê  Mînêsoûtayê jî bi weşandina peyamekê li tora civakî ya X`ê bang li Trump kir ku tundûtûjiyê rawestîne û efserên Koçberî û Gumrikê yên Amerîkayê ji vê eyaletê derxîne. Lêkolîna li ser vîdyoyên belavbûyî nîşan dide ku dema gulleavêtina efserên federal ên Amerîkayê li Mînyapolîsê, qurbaniyê gullevaêtina efseran, telefon di destyê wî de hebûye û berûvajiya îdiaya hikûmeta Trump, çek tinebûye û tenê dilê parastina canê neraziyekî din li himber tûndûtûjiya efseran hebûye. 

 Eyaleta Mînêsûtaya Amerîkayê di heftiyên borî de bûye yek ji qadên herî eşkere yên cihatina siyasetên Trump dijî koçberan. 

 Barak Obama, serokomarê berê yê Amerîkayê, derbarê bûyerên vê dawiyê li Mînyapolîsê li ser tora X`ê got ku kuştina Elêks, zengila xeterê jibo her amerîkiyekî ye. Bîl Kilinton yek din ji serokomarên berê yên Amerîkayê jî nivîsî ku neraziyên aşitîxwaz hetine desteserkirin, kut , ketine ber êrişa gazên rondilrêj û ji giştan nalebartir du welatiyên amerîkî ketine ber gulleyan û hatine kuştin.

 

Serepeyv