Çile 25, 2026 18:10 Asia/Tehran
  • Berdewambûna pêla nerazîbûnan li Amerîkayê

Di dewama pêla nerazîbûnên seranserî yên piştî kuştina Alêks Pirêtî, hemşîreyê beşa lêşarbûnên taybet li nexweşxana kevneleşkerên Mînyapolîsê, li Portlendê nerazî li ber avahîya Dayra Koçberî û Gumrikê ya Amerîkayê civîyan da ku hêrsbûna xwe ji ber vê bûyerê nîşan bidin.

Di dewama bertekên himber kuştina nerazîyekî li Amerîkayê, îro Alêks Pirêtî welatîyê 37 salî ku hemşîreyê beşa lêşarbûna taybet a nexweşxana kevneleşkeran a şarê Mînyapolîsê di encama operasyoneke Dayra Koçberî û Gumrikê ya Amerîkayê da bi destê hêzên federal hat kuştin.

Rayedarên amerîkî idia dikin ku ev kesa dema rûbirûbûna bi hêzên çavdêrê sînoran û berxwedana hibmer erkdarên dewletê de, kete ber êrişê, lê di vîdyoyên hatine weşandinê da dîyar e ku Pirêtî tenê telefona wî di desta da ye û tê texmînkirin ku jibo ku alîakrîyê bide nerazîyên din pêşda çûye. Bi dû nerazîbûna gel, Garda Netewî ya Amerîkayê ji bo sekinîna hibmerî nerazîyan derbasî şarê Mînyapolîsê bûn. Cakûb Firî Şaredarê Mînyapolîsê ji ber şîdeta hêzên Amerîkayê himber nerazîyan rexne kir û pêgirî kir ku hikûmeta Trump êrişî şarê me kirîye. Ev bûyera bûye sedema gellek bertekan li seranserê Amerîkayê û bi hezaran kesî li şarên Mînyapolîs, New York, San Firansîsko, Waşîngton u navçeyên din li himber bikaranîna Hêzên Federal u sîyasetên têkildarî koçberîyê dest bi xwenîşandanê kirin.

 Nerazîyan xwestin ku hikûmetê bersivê bide, operasyonên têkildarî koçberîyê bên sekinandin u kuştin bên hilkolandin. Di vê çaçrovê da, Bernî Senderz Senatorê Demokirat jî xwest ku hemî erkdar u hêzên federal demlidest ji Dayra Koçberî u Gumrikan  u gerreçavdîrêyên sînorî yên li Mînyapolîsê u şarên din vekişin. Senderz şeva buhurî got: Kuştina Aleksander Pirîtî perestarê beşa lêşarbûna nexweşxana kevneleşkeran, êrişa sêyem a hêzên federal li Mînyapolîsê di vê mehê da ye. Kamala Herîs Cîgira berê ya Serokomarê Amerîkayê jî ev bûyera serhejîner u bielem zanî û ji  vê yekê bi tundî rexne kir. Herîsê her wiha got ku dawîn kiryara Pirîtî berî ku bê kuştinê, hewla ji bo parastina civaka xwe bûye. Bi dû vê bûyerê, nerazîbûnên li Mînyapolîsê û çend şarên din ên Amrîkayê hela jî didomin û malbata Pirîtî ragihandîye ku ew hemşîreyekî dilsoz û dijî şîdetê bû u ji rayedaran xwestin ku rastîya meseleyê were zelalkirin.

 

Serepeyv