Balyozê Rûsiyê: Londonê bi desteserkirina niftkêşan quldiriyeke xeternak kiriye
Çile 24, 2026 18:10 Asia/Tehran
Balyozê Rûsiyê li Londonê got ku hikûmeta Inglîzê bi beşdarbûna di desteserkirina niftkêşên rûsî dest bi quldiriyeke xetrenak kiriye.
Andrî Klîn got ku desteserkirina keştî û niftkêşên Rûsiyê ji aliyê hikûmetên Amerîka û Inglîzê ve cerdetiyeke pir xeternak e. Ev pêvajo destpê kiriye û xuya ye ku dê berdewam bike.
Dîplomatê ûris got ku berovajî îdiayên rayedarên inglîz û Ewropayê, ti belgeyek tune ku destûra bikaranîna zorê li dijî niftkêşên boykotkirî bide.
Pêştir Dîmîtrî Polyanskî, nûnerê daîmî yê Rûsiyê li Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê jî gotibû ku Moskow dê desteserkirina niftkêşên xwe ji aliyê Inglîz û Fransayê ve tamûl neke û dê bersiveke cidî bide vê kiryarê.