Trump ji sepandina teirifeyan ser Ewropayê da vekişîya
Çile 22, 2026 21:28 Asia/Tehran
Welatên ewropî ragihandin ku yê himber biryara Serokomarê Amerîkayê ya sepandina bacê, pêngava beranber rakin, bi dû vê yekê Donald Trump ji sepandina ihtimalî ya bacê vekişîya.
Donald Trump got ku pêşketina gotûbêja tev Mark Rotê Sekreterê Giştî yê NATOyê hegera vekişîna wî ji biryara sepandina teirife u bacê ser Ewropayê da ye. Serokomarê Amerîkayê herwiha got: Li gorî lihevkirina min u Sekreterê Giştî yê NATOyê têkildarî Girînlendê, ez dê qet teirife u bacê ser welatên endamê NATOyê da nesepînim. Rayedarên welatên ewropî ragihandin ku heta bi vekişîna Trump ji gefên xwe têkildarî Girînlendê, em di rewşa amadebaşîyê da ne.