Konseyeke Rêxistinên Islamî yên Malezîyê piştgirî da helwestên rêberê Şoreşa Islamî
Konseya Rawêjkarîyê ya Rêxistinên Islamî li Malezîyê di daxûyanîyekê da piştgirî da helwestên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî derbar berpirszanîna Donald Trump derheq kuştîyan, zîyanên maddî û têkdan û alizîyên vê dawîyê li Îranê.
Konseya Rawêjkarîyê ya Rêxistinên Islamî li Malezîyê pêgirî ser mafê gelan ê nerazîbûna biaştî kir û ragihand: Tişta ku di nearamîyên vê dawîyê da li îranê hat xûyanê, xalifîna nerazîbûna medenî bo şîdetê, êrişa ser sivîlan, hêzên emnî û binesazîyên giştî, ku heke ev yeka ji hêla dezgehên istixbaratê yên bîyanî va were birêvebirin an ew piştgirîyê bidinê, yê bibe emrazeke şerê jeopoltîk.
Vê dezgeha Islamî herwiha derbara gotin u peyamên Mayk Pompeo u Dezgeha Istixbaratê ya Rejîma Sîyonîst da ku di wan da piştgirî dane nearamîyên hanê u heta idia kirin li kolanên Îranê ne, dilnigeranbûna xwe dîyar kir u ew yeka binpêkirina aşkira ya serwerîya netewî û qanûnên navdewletî zanî.
Di vê daxûyanîyê da pêgirî ser isûlên serwerîya netewî, dijayetîya himber destwerdana derveyî û pêwîstîya parastina sivîlan hatîye kirin u ji civaka navdewletî jî hat xwestin ku pabendên qanûnên navdewletî be û rêya gotûbêj û nehîştina gêreyê bigire ber xwe.