Fransayê derbara Girînlendê hişyarî da Amerîkayê
Çile 16, 2026 18:22 Asia/Tehran
Wezîrê Darayî yê Fransayê derbara her pêngava ji bo kontrolkirina Girînlendê da, hişyarî da Wezîrê Xizînedarîyê yê Amerîkayê u ragihand ku ew hewla yê peywendîyên aborî yên Ewropa u Waşîngtonê bixe ber xeterê.
Rolan Leskor got: Girînlend beşeke welatekî serbixwe û beşeke YEyê ye. Nabe di vê mijarê da destwerdan were kirin. Berî vîya jî hejmareke zêde ya rêvebirên welatên ewropî, amajeyî gefên Donald Trump ên derheq kontrolkirina Girînlendê kirin u pêgirî kirin ku ev navçeya ya xelkê wê ye û çarenûsa wê jî dive tenê bi destê niştecîyên Girînlendê u Paşatîya Danîmarkê va were kivşkirin.