Çile 15, 2026 12:44 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Bila Ewrûpa dewsa axiftina li bara Îranê, li dû rizgarkirina Girînlendê be

Mariya Zaxarova, berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê got: Ya baş ev e ku rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê dewsa axiftina li ser rewşa Îranê, bala xwe bidine ser Girînlendê ku Amerîka hewl dide li ser wê serdest bibe.

Zaxarova ji bilî şermezarkirina destwerdana YE`yê di kar û barên navxweyî yên Îranê de got: Ev yekîtiya bi awayekî aşkera piştgiriyê dide ajaweyên li Îranê û anegorî qanûnên navnetewî ev siyaseta YE`yê durûtî ye. 

Wê pêgîrî kir ku YE`yê di nerazîbûnên li Îranê de li dû zextanîna ser Têhranê ye lê dema nerazîbûnên Êlekzeran li YE`yê, kiryarên neraziyan  şermezar kir û helbet siyasetên newekhev ên vê yekîtiyê, pînekirina şikest û lawaziya siyasî ya welatên endamê vê yekîtiyê ne. 

 

Serepeyv