Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Girînlend ne ya firotinê ye
Çile 14, 2026 17:29 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê wek berteka himber berdewambûna dew u dozen Serokomarê Amerîkayê ji bo xistina Grava Cemsera Bakur Girînlendê got: Girînlend ne ya firotinê ye.
Jan Nuel Baro wek berteka himber idiaya Serokomarê Amerîkayê ku dibêje ez dê Girînlendê tevlî axa Amerîkayê bikim, pêgirî kir: Em naxwazin ku Amerîka vê gravê bêxe bin kontrola xwe, yan tevlî axa xwe bike u heta ewê birêve bibe.
Trump çend caran idia kirîye ku divê Girînlend bibe beşeke Amerîkayê u girîngatîya sitratejîk a vê gravê ji bo ewlehîya netewî ya Amerîkayê û hebûna NATOyê li vê cemsera bakur jî wek hegera vê yekê ragihandîye. Ev gef u idiayên Trump pêrgî neyartîya serok u rêvebirên ewrûpî nemaze ya rayedarên Danmark u Girînlendê bûye.