Ukraynê dîsan li Deryaya Reş êrişî gemîyên nifthilgir kir
Çile 14, 2026 15:36 Asia/Tehran
Ukraynê li Deryaya Reş bi xwofirran êrişî 2 gemîyên nifthilgir kir.
Medyayên hikûmetê li Ûrsêtê ragihandin ku gemîyên nifthilgir ên Delta Harmonî û Matîlda ketine ber êrişa bi xwofirran a Ukraynê û tûşî zîyanê bûne, lê hela jî ser avê ne. Berî vîya jî gemîyeke Ûrsêtê ku rûnê xwarinê bar kiribû, li Deryaya Reş ket ber êrişa xwofirrên ukraynî. Ûrsêtê jî berî vîya Ukrayn sebebkarê êrişên ser gemîyên li Deryaya Reş nasandîye.