Tofanê Ewropa da ber xwe
Çile 10, 2026 16:20 Asia/Tehran
Tofana bi navê Goretî seranserê Ewropayê daye ber xwe u di encamê da li Spanîyayê kesekî canê xwe ji dest da.
Di encama Tofana Goretîyê da, bûye givegiva bayê tund u barîna berf u baranê li gellek herêmên Ewropayê u li hin welatên ewropî jî hişyarîya talukeyê hatîye dayîn.
Di encama vê tofanê da herwiha ceryana zêde ji 57 hezar kesî li başûr- rojavaya Ingilîsê û ceryana 3 hezar kesî li bakur- rojavaya Fransayê hatîye qutkirin.
Yekem kesê gorîyê Tofana Goretîyê, li herêma Sen Sêbastîyen a Spanyayê can da, ji ber ku tofanê ew avête nav deryayê.
Alman u Danmark jî ji ber Tofana Goretîyê pêrgî hin pirsgirêkan bûne.