Waşîngton u Tel Avîv mukur hatin; Destê me di ajaweyên li Îranê da heye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Him Amerîkayê u him jî Rejîma Sîyonîst bi awayekî fermî ragihandine ku destê wan di ajaweyên vê dawîyê da li hin şarên Îranê heye u hewil didin ku wan nerazîbûnnê biaştî veguherînin şîdet u ajaweyê.
Seyîd Ebbas Iraqçî di civîna çapemenîyê da li Beyrûtê got: Tişta ku nika li Îranê diqewime, ji tişta ku di sala 2023yê da li Libnanê qewimî, cida ye, ji ber ku Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst roleke rasterast di ajaweyên li Îranê da hene.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Gellek biwêj u gotinnê rayedarên amerîkî u sîyonîst hene ku peyama çend rojan berî nika ya Mayk Pompeo Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê mînakek ji wan e ku di twîtekê da nivîsî: Ez sala nû ya zayînî li hemî îranîyên ku daketine kolanan u hemî erkdarên MOOSADê ku l irex wan in, pîroz dikim.