Wezîrê Karên Hundur ê Venezuelayê: Di encama êrişa Amerîkayê da 100 kes hatine kuştinê
Wezîrê Karên Hundur ê Venezuelayê ragihand ku di encama êrişa Amerîkayê ji bo revandina Nîkolas Madoro Serokomarê wî welatî da 100 kes hatine kuştinê.
Dîyosdado Kabêllo Wezîrê Karên Hundur ê Venezuelayê ragihand ku hejmara gorîyên êrişa Amerîkayê ser Karakasê rabûye 100 kesî. Wî herwiha got ku Sîlîya Filors hevsera Madoro ku tev wî hat desteserkirin, di encama êrişa Amerîkayê da ji serê xwe va u Madoro jî ji lingê xwe va birîndar bûye.
Dewleta Venezuelayê berî vîya hejmara gorîyên vê êrişê ranegihandibû, lê artêşa vî welatî lîsteyeke kuştîyan ku 23 leşker di nav wan da bûn, weşand.
Rayedarên venezuelayî gotine ku beşeke zêde ya hêzên emnî yên Madoro bi awayekî dilreqane bi destê êrişkerên amerîkî hatine kuştinê. Kûbayê jî piştrast kir ku bi dehan hêzên leşkerî û emnî yên vî welatî di encama êrişa Amerîakyê ser Venezuelayê da hatine kuştinê.