Çile 08, 2026 17:25 Asia/Tehran
  • Polîsekî amerîkî jinek kuşt, gel dest bi xwenîşandanê kir

Îro li Mînyapolîsa Amerîkayê jinekê guh neda fermana polîs ya raweste u di encamê da hat kuştin ku ev yeka bû sedema gellek bertekan li seranserê Amerîkayê.

Niştecîyên Mînyapolîsê ku ji ber kuştina jinekê ya bi destê polîsekî koçberîya Amerîkayê gellekî hêrs bibûn, li cîyê êriş û kuştinê kom bûn û bi gulumiştên berfê êrişî hêzên xwecî û federal kirin.

Donald Trump Serokomarê Amerîkayê jî berevanîya wan polîsana kir ku ew jina amerîkî kuştine û karê wan ``xweparastin zanî.

Kirîstîyen Noem Wezîra Ewlehîya Hundurîn a Amerîkayê jî got: Jina ku hatîye kuştin, guh nedaye fermana polîsan, lewma polîsan ji bo parastina canê xwe ew ane ber gulleyê.

Ji hêla din ve, di encama êrişa li şarê Salt Lîkê ser bi eyaleta Yotayê da, 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî hatin birîndarkirin. Tê gotin rewşa 3 birndaran giran e. 

Serepeyv