Konseya Ewlehiyê meydana şermezarkirina cîhanî ya Amerîkayê ji ber destdirêjîya ser Venezuelayê
Civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê bona rexnekirina êrişa leşkerî ya Amerîkayê ser Venezuelayê hat lidarxistin.
Di civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê de, wekîlên welatên endam bi rexnekirina êrişa leşkerî ya Donald Trump ser Venezuelayê, ew wekî binpêkirina eşkere ya prensîbên hiqûqa navneteweyî û Peymana NY bi nav kirin û derbarê encamên wê de hişyarî dan.
Rozmarî Dî Karlo, Cîgira Sekreterê Giştî yê NY di vê civînê de derbara giranbûna hitmala bêîstiqrariyê li Venezuelayê û bandora wê li ser herêmê dilnigeraniya xwe da diyarkirin.
Samuel Monkada, Balyoz û Wekîlê Venezuelayê li NY derbarê revandina serokkomarê welatekî û êrişa ser xelkê sivîl de hişyarî da u ragihand ku ev yeka nîşan dide qanûn babeteke tercîhî ye û tekez kir ku ev êriş encama timakariya derheq çavkaniyên xwezayî û cih û şûna jeopolîtîk a Venezuelayê ye.
Seîd Îrevanî Balyozê Îranê li NY jî tevî şermezarkirina vê kiryarê piştgiriya xwe ya tam û tekûz ji gel û hikûmeta qanûnî ya Venezuelayê ragihand.
Vasîlî Nebenziya balyoz û wekîlê dayimî yê Rûsiyê li NY jî kiryara Amerîkayê ya destdirêjiya çekdarî ser Venezuelayê û binpêkirina qanûna navneteweyî şermezar kir û ji Waşingtonê xwest ku bi lez Nîkolas Madûrû û jina wî azad bike.
Cîgirê nûnertiya Çînê li NY jî kiryara Amerîkayê şermezar kir û bi hişyarîdayîna derbara gefa cidî himber aşitiyê li Amerîkaya Latîn de ji Amerîkayê xwestiye ku bala xwe bide ser dengê civaka navneteweyî û prensîbên Peymana NY.
Di vê civînê de, welatên Fransa, Pakistan, Behrêyn, Azerbaycan, Kolombiya, Panama, Letonî, Arjantîn, Şîlî, Brazîl û Mekzîkê jî kiryara cinayetkarane ya Amerîkayê li dijî Venezuelayê û girtina serokkomarê qanûnî yê vî welatî û hevjîna wî şermezar kirin.