Kanûn 26, 2025 15:18 Asia/Tehran
  • Venezoelayê destxweşî li Îranê kir

Wezîrê Karên Derve yê Venezoelayê di peyameke taybet bo Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê da, ji ber helwesta vebirr a Meclisa Îranê ya şermezarkirina kiryarên Amerîkayê, destxweşî li vê meclisê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Venezoelayê di vê peyama germ u semîmî da ji ber piştgirîya zelal a parlimanteran u gelê Îranê ji gelê Venezoelayê sipasî kir u pêgirî kir: Daxûyanîya meclsia Îranê di warê berevanîya ji serwerîya Venezoelayê da, hêz u moraleke nû da têkoşîna vî welatî ya dijî dizîya modern a li deryayê u dorpêçkirina aborî.

Wî di peyama xwe da ragihand: Ez ser navê gelê venezoelayê u Serokomar Nîkolas Madoro ji dil u can destxwşîyê li Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê dikim, şermezarkirina vebirr a kiryarên neqanûnî u handêr ên Amerîkayê ji hêla we parlimanterên îranî va, di kûratîya dilê me da deng veda u vê piştgirîya me`newî u sîyasî, vîna gelê me di têkoşîna ji bo dadperwerî û mafê kivşkirina çarenûsê xurttir kir. 

Serepeyv