Kanûn 16, 2025 17:06 Asia/Tehran
  •  Pêla nû ya êrişên Amerîkayê ser qayiqan li Karayîbê

Fermandetîya Çiqa Başûr a artêşa Amerîkayê ragihand ku li avên navdewletî êrişî 3 qayiqan kir ku di encamê da 8 kes hatin kuştin.

Li gorî daxûyanîya Fermandetîya Çiqa Başûr a Artêşa Amerîkayê, qayiqên hanê ji rêya nasyar a bi qaçaxî derbaskirina maddeyên hişber li rojhilata oqyanûsa Aramê derbas dibûn u bi wan maddeyên hişber dihatin veguhestin. Gêreyên di navbera Waşîngton- Karakasê da ji ber bandora bicihbûna hêzên amerîkî li Karayîbê, gellekî tund u gurr bûne. Nîkolas Madoro Serokomarê Venezoelayê ragihandîye ku idiaya Donald Trump Serokomarê Amerîkayê derbara şerê dijî derbaskirina maddeyên hişber, ev welatê başûra Amerîkayê pêrgî mezintirîn gefa parzemînî ya sedsalê kirîye.

Serepeyv