Kanûn 12, 2025 16:26 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Gotinên Ajansa Navnetewî ya Atomê îdiayên li ser bernama navokî ya Îranê red dikin

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê, ragihand daxuyaniyên li pey hev ên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê hewldanên bi nêta xirab ên dijî bernama navokî ya Îranê, bêbandor dikin.

Mariya Zaxarova got: Em bala xwe didin axiftinên zelal û hertimî yên serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Atomê; axiftinên ku pêgîriyê dikin Ajansê ti agahiyek li ser çêkirina çekên navokî ji aliyê Îranê ve tinebûye û tine jî, her ji ber viya ji hêla rûsiyê ve hewldana xirabkir a ku hin welatan ji bo bernama aştiyane ya navokî ya Îranê cih tînin, bêwate ye.

Zaxarovayê herwiha got ku Rûsiye qedrê vê yekê digire ku Îran tevî gefên derveyî û êrişên berdewam ji aliyê neyaran ve, hîna jî pabendî sozên xwe yên di çarçoveya Peymana Belavnekirina Çekên Navokî û Hevhatinameya Giştalî ya Çavdêriyê de ye.

Serepeyv