Kanûn 11, 2025 11:49 Asia/Tehran
  • Qeyrana Sûper-Anfilanzayê li Ewrûpayê

Hevgavê berbelavbûna giran a pêla Sûper-Anfiloanzaya zef xurt û pêgir u pêketina gellek kesan li welatên ewrûpî, Rêxistinên Tenduristîyê li vê parzemînê ketine rewşa hişyarkirinê da.

Rayedarên tenduristîyê yên ewrûpî amajeyî kêmbûna textên razandina nexweşan û zexta ser kadroyên dermankirinê dikin u dibêjin ku zivistana ku tê da yê nexweşxane di rewşeke zef giran da bin. Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê di daxûyanîya herî nû têkildarî Anfiloanzayê da ragihandîye ku ji Cotmeha 2025ê va heta nika, ev vîrûsa li cîhnê gellekî belav bûye û vîrûsên cura A di nav rêzevîrûsên vê nexweşîyê da zêdetir ji yên din in. Amara Rêxistina Tenduristîyê ya Ingilîsê nîşan dide ku asta navîn a hejmara nexweşên li vî welatî bi Anfiloanzayê ketine anegorî hefteya buhurî sedî 55 zêde bûye. 

Serepeyv