Madoro: Em ji bo berevanîya ji welêt amade ne; dema cengê ye
Kanûn 11, 2025 12:36 Asia/Tehran
Serokomarê Venezoelayê pêgirî ser rawestana vî welatî hibmerî destdirêjîyên Amerîkayê kir.
Nîkolas Madoro pêgirî kir ku ev welata amade ye heke pêwîst be diranên impiratorîya Amerîkaya Bakur bişkêne. Wî herwiah got ku partiya hikimdar li Venezoelayê tenha hêzek e ku dikare aştî u istiqrarê li vî welatî garantî bike. Madoro ev yek piştrî wê got ku Amerîkayê nifthilgireke Venezoelayê bi awayekî neqanûnî li nêzîkî perravên vî wealtî zevt kir. Madoro got: Ev qonaxa ne ya dudilî u tirsê belku dema wêrekatî u cengê ye. Wî herwiha pêgirî ser rola niştecîyên gundan u tevgera gelanî himber zextên derveyî kir û got ku ew ji bo berevanîya ji welêt himber her impiratorîya destdirêjker radihêjin çekê.