Venezuelayê hevgavê gefên Amerîkayê plana berevaniyê ya nû nimand
Kanûn 09, 2025 16:02 Asia/Tehran
Serokkomarê Venezuelayê derbarê plana nû ya berevaniyê ya vî welatî agahî da.
Nikolas Madoro got: Liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Deryaya Karayîbê gefek dijî Venezuelayê ne û ev alûgur yek ji armancên sereke yên welatî wî jibo zêdekirina sermayeguzarîyên di warê berevaniyê de ye. Bi vî awayî, Venezuela dixwaze di çarçoveya perspektîva bi navê Plana 2026 de, şiyanên xwe yên berevaniyê xurt bike. Vladimir Padrino Lopez Wezîrê Berevaniyê yê Venezuelayê jî ragihandiye ku hêzên deryayî yên Venezuelayê roj bi roj amadetî û hişyariya xwe zêde dikin û amade ne ku bersiva her êrişeke muhtemel ser vî welatî bidin.