Kanûn 06, 2025 16:38 Asia/Tehran
  • Siya gendeliyê ser Yekîtiya Ewropayê, Baxçeyê ku veguherî daristanê

Berpirsê berê yê Siyaseta Derve ya YE, pêştir Ewropa şibandibû baxçeyekî aram ku her tişt tê de rêk û pêk e lê girtina du berpirsên payebilind ên YE di dosiya nasiyar bi riswatiya lêkolînê ya Koleja Ewropayê de u berî wê, dosiya Qetergêytê nîşan dide ku ev baxçe veguheriye daristana gendelî û rantê.

Cozêf Borêl di 13ê Cotmeha 2022an de, di axaftinekê di mersima destpêkê ya Akademiya Dîplomatîk li Belcîkayê de îdîa kir: Ewropa baxçeyek e, lê cihên din ên cîhanê daristan in û daristan dikare êrişî ser baxçeyê bike. Ev gotin rastî rexneyên tund hatin û Borel neçar ma ku lêborîna xwe bixwaze. Di rojên derbasbûyî de eşkerekirina dosiya nû ya gendeliya rayedarên payebilind ên YE dîsa nîşan da ku berevajî îdiayên Borêl, Ewropa ne baştirîn mînaka azadiya siyasî ye, ne jî navenda herî baş a tenahiya aborî û hevgirtina civakî ya berhema mirovahiyê ye. Lêkolîna derbarê gendeliyê li YE piştî êrişa polîsan ser dilê YE û girtina du berpirsên payebilind ên siyaseta derve yên vê yekîtiyê, Federika Mogêrini û Stefano Sanino, endamên Komîsyona Ewropî, dest pê kir. Mogêrînî bi tohmeta hevkariya di gendeliyê de hate girtin û Sanino jî bi gendeliya di projeyeke YE de hatiye tawanbarkirin. Tawanbarkirinên vê dawiyê dijî berpirsên payebilind ên Ewropayê di demekê de ne ku pêştir riswatiya Qetergatê de di salên borî de bûye riswatiya herî cidî û tirsnak a li YE.

Di dosiya Qetergêytê de, Qeterê diraveke giran û xelatên zav bi awayekî neqanûnî daye wekîlên Ewropî. Çend berpirsên payebilind ên Ewropî jî di dosiya Qetergêytê de hatin girtin. Pispor dibêjin ku eşkerekirina dosîyên gendeliyê yên rayedarên  Ewropayê hitbara YE pir kêm kiriye. 

Serepeyv