Li ser Ukraynê nakokî ketîye di navbera endamên NATOyê da
Di civîna NATOyê ya li Brukselê da, aşkira bû ku di navbera endamên wê da li ser domandina piştgirîya bêsînor ji Ukraynê da nakokî heye.
Hin endamên NATOyê dibêjin ku piştgirîya bêsînor ji Ukraynê were domandin u li himber wan, hinek jî dibêjin ku divê xwe ji şerê rasterast bi Ûrsêtê ra dûr ragirin.
Mark Rotê Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku endametîya Ukraynê di vê rêxistin u hevalbendîyê da vê gavê nepêkan e û dewsa vê yekê kar li ser garantîyên emnî yên alternatîv tê kirin. Hevgavê vê yekê, seredana Şandîyê Amerîkayê ya Ûrsêtê bûye sebeb ku dilnigeranbûna ewûpîyan ji ber biryardayîna Waşîngtonê ya bêyî hevahengîya tev Ewrûpayê zêde kirîye. Rayedarên ewrûpî dibêjin ku rola vê parzemînê di alûgurên cengê da kêm bûye, di halekî da ku Ukrayn ji ber kêmkirina piştgirîyan di qonaxeke hestyar da ye.