Kirêmlîn: Ewropa şerê li Ukraynê bi pêşde dibe
Kanûn 02, 2025 13:40 Asia/Tehran
Berdevkê Serokkomarê Rûsiyê got: Ewropa şerê li Ukraynê bi pêşde dibe û darayiyên blokebûyî yên Rûsiyê didize.
Dîmîtrî Pêskov bal kişand ser şerê Ukraynê û piştgiriya welatên rojavayî û got: Ew hewl didin rêyekê jibo garantîkirina dabînkirina aboriya Ukraynê jibo berdewamkirina şêr bibînin. Ew hitmala dizîna darayiyên blokebûyî yên Rûsiyê li Ewropayê dinirxînin.
Berdevkê Kirêmlînê bal kişand ser vê yekê ku Rûsiye bi dû aşitiyê digere û got: Di lihevkirina ser Ukraynê de divê ser bingehên pevçûnê bên berçavgirtin û peydakirina çareseriyeke biaşitî pir lihevaliyayî ye. Her wiha Rûsiye li dijî daxwaza Ukraynê ya bicihkirina hêzên NATOyê li axa vî welatî ye.